Şandeyên biyanî li Herêma Kurdistanê lêkolînên şûnwarnasiyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmeke ji 11 kesan ku ji profesor û xwendekarên arkeolojiyê yên Zanîngeha Emory pêk tê, ji bo şûnwarên Kurdistanê lêkolînan bikin gihîştiye Hewlêrê.

Li gel derketina rojê, rojeke nû ji bo lêgerîn û vekolînên şûnwarnasiyê dest pê dike. Li herêma Kurdistanê, bi taybetî li ser rêya Mexmûrê, şandeyên pispor ên şûnwarnasiyê ji welatên cuda yên cîhanê, ji bo aşkerekirina nihêniyên bi hezaran salan berê û lêkolînkirina dîroka kevnar a herêmê dixebitin.

Profesor Petra Creamer, ligel hevkarên xwe yên ji Zanîngeha Emory ya Amerîkayê, bi hezaran kîlometre rê qut kirine û ji Amerîkayê hatine Herêma Kurdistanê. Armanca wan ew e ku li ser şûnwarên Kurdistanê lêkolînên kûr bikin û berhemên dîrokî yên veşartî derxînin holê.

Petra Creamer ji K24ê re diyar kir, ew niha li ser firneke ku jê re "tendûr" tê gotin lêkolînê dikin. Ev tendûr ji serdema Aşûriyan maye û ji bo çêkirina nan hatiye bikaranîn. 

Ew şûnwarnas dibêje: "Ew di nava dîwarekî de hatiye çêkirin û wek depoyek ji bo nan bûye. Em dibînin ku hin beşên wê hilweşiyane, ev yek ji me re dibêje ku di rabirdûyê de xwarin çawa hatiye amadekirin. Me di werzên borî de jî gelek tiştên girîng dîtine."

Ev werza çaremîn a lêgerîn û vekolîna van şandeyan e li Herêma Kurdistanê. Her werzek nû, tîmên şûnwarnasiyê tiştên nû û balkêş dibînin ku dibe agahiyên me yên derbarê jiyana li herêmê ya bi hezaran salan berê biguherînin.

Peyamnêra K24 diyar kir, di van salên dawî de, tîmên biyanî yên şûnwarnasiyê lêkolîn û vekolînên xwe yên li ser ax û dîroka Kurdistanê zêde kirine. Hemû ew berhem û kelûpelên dîrokî yên ku tên dîtin, ji bo parastinê li Muzexaneya Hewlêrê tên bicihkirin.

Rêveberê Giştî yê Şûnwar û Keleporê yê Hewlêrê, Nadir Babekir Mihemed ji K24 re ragihand, kar û xebatên şûnwarnasiyê berdewam in, ne tenê li vê deverê, lê li gelek deverên din ên Deşta Hewlêrê jî. Herwiha got: "Me ligel zanîngehên cuda yên biyanî peyman hene. Berî niha, tîmeke ji Spanyayê (Tîma Barselonayê) li Girdê Eşêr karê şûnwarnasiyê dikir. Herwiha, me ligel tîmên ji Îtalya, Fransa û bi taybetî du tîmên Amerîkî peyman hene. Di mehên bê de, ew ê werin Herêma Kurdistanê ji bo domandina karên xwe yên lêkolîn û vekolînê."

Kar û lêkolînên şandeyên şûnwarnasiyê her carê li deverekê, dîrok û belgeyên nû li ser Kurdistanê aşkera dikin. Di heman demê de, di dema karê xwe de, tîm hin pêdiviyên ku bi hezaran sal berê di jiyana rojane ya xelkê de hatine bikaranîn, dibînin.

Ev xebatên girîng ne tenê ji bo têgihiştina dîroka herêmê, lê herwiha ji bo parastina kelepûra mirovahiyê jî xwedî nirxekî mezin in.