Nûnerê Trump bo Sûriyeyê û Ehmed Şera li Stenbolê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Sûriyeyê Tom Barak, li Stenbolê ligel Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve Es'ed Şeybanî civiya. Di civînê de li ser pêkanîna biryara Trump a ji bo rakirina cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê û vegerandina aramî û xweşguzeraniyê ji bo welat gotûbêj hatin kirin.
Tom Barak ku Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê ye jî, îro 24ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragihand: "Li Stenbolê ez ligel Serokê nû yê Komara Sûriyê Ehmed Şer'a û Wezîrê Derve yê wî welatî Es'ed Şeybanî civiyam. Me gotûbêj li ser pêkanîna biryara Trump a ji bo rakirina cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê û vegerandina xweşguzeranî û aştiyê bo welat kir."
Barak herwiha da zanîn, armanca rakirina cezayan têkşikandina DAIŞê bi yekcarî li Sûriyê ye û pesnê Şer'a da ji ber hewlên wî yên ji bo pêşxistina têkiliyan ligel Îsraîlê.
Ev civîn di demekê de tê ku medyaya Sûriyeyê ragihandiye, Tom Barak dê vê hefteyê serdana Şamê bike û ligel Şer'a û Şeybanî bicive. Ev dê bibe yekem serdana Barak bo Sûriyeyê piştî ku cezayên li ser wî welatî bi biryara Donald Trump hatin rakirin, biryarek ku Trump li Erebistana Siûdî ragihandibû.
Roja 23ê Gulanê, Barak li ser tora civakî ya “X” ragihandibû ku rakirina cezayên aborî ji aliyê Serokê Amerîkayê ve dê bibe sedema têkşikandina rêxistina DAIŞê bi taybetî li wî welatî.
Beriya wê jî, roja 13ê Gulana 2025an, Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotarekê de li Erebistana Siûdî ragihandibû ku wî li ser daxwaza Cihnişînê Siûdiyê Mihemed bin Selman, biryar daye hemû cezayên li ser Sûriyeyê rake.