Amerîka ji Îsraîlê dixwaze operasyona xwe ya berfireh li Xezzeyê paş bixe

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameyeke Îsraîlî radigehîne ku, Amerîkayê ji Îsraîlê xwestiye ku operasyona xwe ya bejayî ya berfireh li Xezzeyê bi awayekî demkî paş bixe, da ku danûstandin derbasî qonaxeke diyarker bibin.
Rojnameya Jerusalem Postê îro (Yekşem, 25ê Gulana 2025ê) li ser zarê çavkaniyeke Amerîkayî parve kiriye, “Amerîkayê ji Îsraîlê xwestiye ku operasyona xwe ya bejayî ya berfireh ku hêşta dest pê nekiriye paş bixe û danûstandinên bi Hemasê re bidomîne, di eynî demê de operasyonên xwe yên sînordar li kertê Xezzeyê jî bidomîne.”
Wê rojnameyê herwesa ji zarê berpirsên Îsraîlê ragehandiye ku, eger ew operasyona bejayî ya berfireh dest pê bike, ew dê ji deverên ku di bin kontrola wan de ne venekişin, heta eger ew bi Hamasê re jî li hev bikin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî li roja Çarşemê (21ê Gulana 2025ê) ragehandibû ku, welatê wî ji bo agirbesteke demkî û vegerandina rehîneyan amade ye.
Îsraîlê hefteya borî şanda xwe ya danûstandinan ji Dewheya paytexta Qeterê vekişand, piştî ku Hamasê rawestandina şerî wekî şertê agirbestê danî.
Berpirsên Îsraîlê pêşniyara Steve Witkoff wekî yekane bijarde ji bo gihîştina lihevkirinekê dibînin, ku ji agirbesteke 60 rojî li beranberî berdana 10 rehîneyên Îsraîlî pêk tê.