Medyaya Îsraîlê: Şer bo dema du mehan li Xezzeyê berdewam dibe
Navenda Nûçeyan (K24) - Tevî lezgînbûna pêşketinên meydanî li kertê Xezzeyê, artêşa Îsraîlê texmîn dike ku, şerê krtê Xzzeyê du mehên din jî berdewam bike. Li gorî wan çavkaniyên ku ji rojnameya Maarivê hatine wergirtin, armanca stratejîk a artêşa Îsraîlê ew e ku ji 75% ya axa Xezzeyê kontrol bike.
Rojnameya Maarivê ya Îsraîlî îro (Duşem, 26ê Gulana 2025ê) amaje da, “Ev yek hewce dike ku nêzîkî du milyon şêniyên Xezzeyê ji bo deverên ku wekî "ewle" bi nav dike, bên bicihkirin, wekî Mewasî û kampa navendî li navenda bajarê Xezzeyê.
Karmendên hawarhatinê jî ji aliyê xwe ve ragehandiye, serê sibeha îro di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de dibistaneke Xezzeyê hat bombebarankirin, 13 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.
Bergiriya Şaristanî ya Xezzeyê di beyannameyekê de li ser Telegramê got ku, tîmên Xezzeyê 13 kuştî û 21 birîndar ji dibistana Fehmî Cercawî ya li taxa Deracê derxistin, piştî ku li sibeha îro ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hat bombebarankirin.
Piştî ku Hamasê di 7ê Cotmeha 2023an de êrîşeke ji nişka ve li ser başûrê Îsraîlê pêk anî, Şerê Xezzeyê dest pê kir û li gorî amarên fermî hezar û 218 kes li Îsraîlê hatin kuştin û her di wê êrîşê de 251 êxisîr jî hatin girtin, ku 57 ji wan li Xezzeyê mane, ku li gorî gotina Îsraîlê 34 ji wan hatine kuştin.
Nivîsgeha Ragehandinê ya Hamasê di beyannameyekê de ragehand, "Artêşa Îsraîlê kontirola bibandor li ser 77% ya kertê Xezzeyê disepîne, ku hejmara şêniyên wê 2.4 milyon kes e û zêdetirî du li ser sêya wan penaber in.”