Amerîka Ji bo veberhênana neft û gazê, Herêma Kurdistanê ji Iraqê ewletir dibîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî raporekê navdewletî, Amerîka ji bo veberhênana di warê neft û gazê de, Herêma Kurdistanê weke navçeyeke ewletir û ji aliyê pabendbûna bi peymanan ve ji Iraqê rastgotir dibîne.
Malpera navdar a "Oil Price" îro 27ê Gulanê raporek derbarê bijartina Herêma Kurdistanê ji aliyê Amerîkayê ve weke navçeyeke stratejîk ji bo pêşxistina berhemanîna neft û gazê belav kir. Di raporê de hat diyarkirin ku "kompanyayên Amerîkî yên taybet bi enerjiyê, demeke dirêj e Kurdistanê weke cihekî hêvîdar û xwedî hêvîbexş ji bo veberhênana neftê dibînin."
Aşkere kir jî, sedema vê yekê ew e ku peymanên Herêma Kurdistanê ji peymanên hikûmeta federal a Iraqê "rastgotir, aramtir û bileztir" in. Di raporê de hat destnîşankirin ku tevî ku Bexda li dijî van peymanan bû jî, lê kompanyayên Amerîkî di karên xwe yên li Herêma Kurdistanê û hinardekirina neftê de berdewam in.
Ev nirxandin di demekê de tê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 17ê Gulanê bi serdaneke fermî û li ser vexwendina hikûmeta Amerîkayê, bi serokatiya şandeke payebilind gihiştibû Washintonê.
Di çarçoveya vê serdanê de, roja 19ê Gulanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Jûra Bazirganiyê ya Amerîkayê li Washintonê, serpereştî û çavdêriya merasîma îmzekirina du rêkeftinên girîng di warê enerjiyê de bi kompanyayên Amerîkî yên neftê (HKN Energy) û (Western Zagros) re îmze kiribû.
Hat ragihandin, nirxê giştî yê van rêkeftinan digihîje bi deh milyar dolaran û tê payîn ku bandoreke berbiçav û erênî li ser pêşxistina sektora neft û enerjiyê, herwiha li ser bihêzkirina binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê bike.