Encûmena Wezîran bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê encama serdana xwe ya Waşintonê pêşkêşî Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê dike.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Îro (Çarşem, 28ê Gulana 2025ê) bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dicive.

Li gorî karnameya wê ku kopiyeke wê gihîştiye Kurdistan24ê, di civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de tenê mijarek dê bê nîqaşkirin, ku ew jî dê pêşkêşkirina encama serdana fermî ya şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî ji bo Waşintonê be; ev mijar jî dê ji aliyê Serokê Encûmena Wezîran û endamên wê şandê ve bê pêşkêşkirin.

Ew civîn seet 10:00 ê sibê li Hola Seed Ebdula ya bajarê Hewlêrê tê lidarxistin û dê du seetan anku heta seet 12:00 ê nîvro bidome.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja 17ê Gulana 2025ê bi serdaneke fermî û li ser daxwaza hikûmeta Amerîkayê wekî serokê şandeke bilind gehişt Waşintonê û serdana wî heta 23ê vê mehê berdewam bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di serdana xwe de bi hejmareke zêde ya kongresman û senatorên Amerîkayî re civiya. Di wê civînê de tekez li ser zêdetir xurtkirina peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê hat kirin, herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber piştevaniya wan a berdewam ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge spasiya wan kir.