Li Sineyê Festîvala Navdewletî ya "Xelata Qelemê Hejar" dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala Navdewletî ya "Xelata Qelemê Hejar", ku ji aliyê Zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ve tê birêkxistin, îro 28ê Gulanê bi awayekî fermî dest pê kir. Hat ragihandin ku festîval dê du rojan berdewam bike.
Sekreterê Festîvalê Yadgar Kerîmî ji K24ê re ragihand, "Xelata Qelemê Hejar" yekemîn û mezintirîn xelata pirtûkên Kurdî ye li ser asta cîhanê. Kerîmî herwiha da zanîn, ev festîval derfeteke girîng e ji bo pêşkêşkirina lêkolîn û berhemên cihêreng di warê hemû zanistên mirovî de.
Di daxuyaniya sereke ya festîvalê de hatibû destnîşankirin ku di çarçoveya bernameya festîvalê de, berhemên hilbijartî yên nivîskarên wêjeya Kurdî, lêkolînerên ziman û wêjeyê û herwiha warên hevpar ên lêkolînê dê bên xelatkirin. Yadgar Kerîmî diyar kir: "Tiştê ku vê xelatê ji gelek xelatên navdewletî cuda dike, firehiya qada mijarên wê ye. Ne tenê wêjeyê, lê belê zanistên mirovî û lêkolînên zanistî jî li xwe digire."
Kerîmî da zanîn, xelat li gorî nirxandina dadweran û pûanên ku berhemên hilbijartî bi dest dixin tên dayîn, bêyî ku cudahî di navbera mijarên cuda de bê kirin.
Xelata Qelemê Hejar Mukriyanî weke sembola hişmendî û zanînê tê dîtin û niha wek tîrêjeke hêviyê di dilê çandhez û rewşenbîran de geş dibe, mizgîniya serdemeke nû dide ji bo giringîdana bi ziman, wêje û hunera Kurdî. Ev xelat bi armanca parastina nav û bîranîna nivîskarê mezin Mamoste Hejar û rêzgirtina ji ked û hewldanên nivîskar û wergêran re hatiye damezrandin.
Hejar Mukriyanî kî ye?
Ebdulrehman Şerefkendî, ku bi navê Hejar Mukriyanî tê naskirin, di 13ê Nîsana 1921an de li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Wek ku ew bi xwe di pirtûka xwe ya "Çêştî Micêvir" de vedibêje, destpêkê li cem bavê xwe dest bi xwendinê kiriye û piştre çûye hicreyan û dersên olî li cem çend mamosteyên olî yên wê serdemê xwendiye.
Hejar di temenê xwe yê ciwaniyê de bûye endamê Komeleya Jiyaneweyî Kurd (Jêkaf). Piştre, bi damezrandina Komara Kurdistanê (Mehabad), Pêşewa Qazî Mihemed, Hejar Mukriyanî û Hêminê hevalê wî, wek helbestvanên Komarê hatine destnîşankirin.
Hejar Mukriyanî di 21ê Sibata 1991ê de koça dawî kir û li Mehabadê hate veşartin.