DEM Partî: Biryarên PKKê û gavên pêvajoyê bi AK Partiyê re hatin nirxandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda DEM Partiyê li Enqerê serdana AK Partiyê kir û piştî hevdîtinê, herdu aliyan derbarê naveroka civînê de daxuyanî dan.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, îro 28ê Gulanê, li Parlamentoya Tirkiyeyê bi şandeyeke payebilind a Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) re civiyan.

DEM Partiyê piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de ragihand, di hevdîtinê de, derbarê geşedanên li Tirkiyeyê û herêmê de nêrîn û ramanên berfireh hatine guftûgokirin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Di vê çarçoveyê de, geşedanên piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk', pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê, hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Birêz Abdullah Ocalan re, û biryarên kongreya PKKê ya 12ê Gulanê û guhartinên piştî wê hatin nirxandin."

Herwiha, DEM Partiyê diyar kir ku gavên ku ji bo birêveçûna saxlem a pêvajoyê divê bên avêtin û rola ku Meclis dikare bilîze hatine gotûbêjkirin û derbarê komîsyona ku dê bê avakirin de nirxandinên dualî hatine kirin. 

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin: "Bi taybetî, daxwazên civakê û partiya me yên derbarê pakêta înfazê, sererastkirinên ji bo girtiyên nexweş û yasayîkirina van sererastkirinan beriya cejnê bi awayekî zelal hatin ragihandin. Serdanên me yên ji bo partiyên siyasî ji bo niha bi dawî bûne. Agahdarî û nirxandinên hûrgilî dê di rojên pêş de bên parvekirin."

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala jî piştî civînê daxuyanî da û got: "Derbarê pêvajoyê de nirxandinên berfireh hatin kirin. Pêvajo wekî ku hatiye plankirin berdewam dike. Ti rawestan û kêmasiyek nîne." 

Ala herwiha bang kir ku "divê hemû alî hewl bidin ji bo gihîştina armanca Tirkiyeyeke bê teror piştgiriyê bidin" û destnîşan kir ku ew niha ji bo vê yekê kar dikin.

 
Fly Erbil Advertisment