Festîvala “Xelata Qelemê Hejar” bidawî bû: Şeş nivîskar hatine xelatkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala “Xelata Qelemê Hejar”, piştî du rojan ji çalakiyên xwe yên curbecur, bi xelatkirina nivîskarên hilbijartî gehîşte dawiya xwe. Di merasîma bidawîbûnê de, şeş nivîskarên Kurd hatin xelatkirin û 32 nivîskarên din jî wek hêjayî xelatê hatin destnîşankirin. Encûmena Plansaziyê ya Xelata Pênûsa Hejar herwiha tekezî li ser pêwîstiya perwerdeya bi zimanê Kurdî li dibistanên Îranê kir.
Parêzgarê Sineyê Arêş Lihonî, di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re ragihand, ji niha û pê ve ev festîval dê her sal li bajarê Sineyê birêve biçe.
Lihonî got: "Ziman û wêjeya Kurdî sermayeyeke girîng a çand û wêjeya Îranê ye. Erkê me hemûyan e ku em ji bo zêdetir giringîdana bi vê sermayeya girîng kar bikin. Ji ber vê yekê, ev festîval dê bibe çalakiyeke salane û dê berdewam be."
Ji bo Xelata Qelemê Hejar a îsal, 950 berhemên nivîskarên ji çar parçeyên Kurdistanê û nivîskarên Kurd ên li diyasporayê hatibûn pêşkêşkirin. Ji van berheman, 38 berhem ji bo beşa pêşbirkê hatin hilbijartin. Di dawiyê de, şeş nivîskarên Kurd ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xelatên serekî wergirtin û 32 nivîskarên din jî wek hêjayî xelatê hatin naskirin.
Şeş Xelatgirên Serekî yên Xelata Pênûsa Hejar Ev in:
- Di warê Romanê de: "Ketina Esmanan" ya nivîskar Cebar Cemal Xerîb
- Di warê Dîrokê de: "Derketina Kurd" ya nivîskar Îsmaîl Şems
- Di warê Felsefeyê de: "Kulliyat" (Berhemên Komkirî) ya nivîskar Mihemed Kemal
- Di warê Rexneya Wêjeyî de: "Şêweyên Helbestê" ya nivîskar: Ebdulrehman Adak
- Di warê Ziman de: "Ferhenga Zaravê Mukriyanî" ys nivîskar Selahedîn Payaniyanî
- Di warê Civaknasiyê de: "Ferhenga Netewe û Erdnîgariya Bajar û Gundên Xorasana Bakur" ya nivîskar Elî Rehmetî
Di festîvalê de berhemên edebiyatnas, lêkolînerên ziman, wêje û warên hevbeş ên zanistên mirovî beşdar bûn. Nivîskarên hemû zaravayên zimanê Kurdî ji seranserê cîhanê berhemên xwe ji bo Festîvala Xelata Pênûsa Hejar şandibûn.