DEM Partî li ser pakêta AK Partiyê: Hêviyên me tê de cih negirtine

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) di rojên borî de pakêta 10emîn a sererastkirina yasaya cezayan pêşkêşî serokatiya parlamentoya wî welatî kiribû. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ev wek gaveke pratîkî ji bo proseya aştiyê xwestibû, niha dibêje ku hêviyên wan di pakêtê de cih negirtine.

Serokê Frakisyona AK Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê Abdullah Guler derbarê pakêtê de got: "Pakêt sererastkirina yasaya cezayan û heşt yasayên din li xwe digire, ji 30 madeyan pêk tê û roja 31ê vê mehê dê li Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê guftûgo li ser bê kirin. Armanca me ji sererastkirinê, pêkanîna dadperweriyê ye di cîbicîkirina yasaya cezayan de û herwiha rêgirtina li tawanan û pêkanîna asayîşa civakî ye."

Li gor amarên Wezareta Dadê, zêdetirî 403 hezar kesên cezakirî li girtîgehên Tirkiyeyê hene. Serokê Frakisyona AK Partiyê herwiha da zanîn: "Di sererastkirinê de dê 19 hezar û 800 girtî sûd werbigirin, ku cara duyemîn tawan kirine û piştî derbaskirina sê ji çarê cezayê xwe li girtîgehê, bi merc dê bên azadkirin. Jin û zarok dê ji sererastkirinê sûd werbigirin. Herwiha, tê pêşbînîkirin ku 1500 heta 2000 girtiyên nexweş ji sererastkirinê sûd werbigirin."

Abdullah Guler ev yek jî anî ziman: "Di çarçoveya pêkanîna armancên proseya Tirkiyeya bê teror de, hewl û karên me yên gelek bi kelecan û dilsozane hene. Di rojên pêş de di vê çarçoveyê de, ji aliyê asayîş û aramiya civaka me ve, em ê berdewam bin li ser kar û amadekariyên xwe yên cidî. Eger pêwîst bike em ê sererastkirinên din ên taybet bi proseyê amade bikin."

Ji aliyekî din ve, Cîgirê Serokê Frakisyona DEM Partiyê Sezaî Temellî ragihand, di pakêtê de kêmasiyên gelek cidî hene û hêviyên wan cih negirtine. Wî got: "Mijara herî girîng ew e ku pakêt sererastkirina yasaya girtiyên siyasî li xwe bigire, lê di pakêtê de ev yek nîne. Ji ber vê yekê em ê kar bikin û hewl bidin kêmasiyên pakêtê ji holê rakin."

Ev di demekê de ye ku PKKê daxwaz ji rayedarên Tirkiyeyê dike ku reformên yasayî bikin, da ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ê girtî û beşeke mezin ji girtiyên siyasî yên Kurd ku bi salan e bi tohmetên cuda li girtîgehan in, bên azadkirin.

Hefteya borî, Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan, di daxuyaniyeke xwe ya nû de derbarê proseya nû ya aştiyê, ji medyaya rêxistina xwe re ragihand: "Hikûmeta Tirkiyeyê heta reformên yasayî yên herî biçûk jî ji bo serxistina proseyê nekiriye. Prose bi gavên yekalî yan tenê bi gotarên niyeta pak nikare berdewam bike. Divê desthilat gavên cidî bavêje."

Wekî ku Duran Kalkan behs kir: "PKKê biryar daye ku cîbicîkirina biryarên kongreya xwe ya 12emîn bi xebata azad a Ocalan ve girêdayî ye. Rêvebirina proseya danîna çekan tenê bi Ocalan bi xwe dibe û eger azadiya xebatê jê re neyê dabînkirin, PKK dê ti gaveke pratîkî navêje. Ji bilî Ocalan, kes nikare çekan bi PKKê bide danîn. Desthilat ti cidiyeteke wê nîne, lewma em wek PKK lezê nakin di biryardanê de."

 
Fly Erbil Advertisment