Li Stenbolê bi çalakiyekê kovara Zazakî Ma’z Êst hate danasîn

Stenbol (K24) – Li Stenbolê bi çalakiyekê danasînê behsa xebat û armancên nû yên kovara Zazakî Ma’z Êst hate kirin. Yek ji xebatên nû yên wê kovarê berhemanîna aplîkeyşinek e ku kesên derfet nabînin biçin qorseka Kurdî, bi riya wê aplîkeyşinê xwe fêrî Kurdî dikin. Kovara Ma’z Êst ji sala 2019’ê ve derdikeve û ji bilî zaraveya Zazakî, cih dide nivîsên Soranî û Kurmancî jî.

Xwedî û rêveberên Kovara Hûnerî û Çandî ya Zazakî Ma’z Êst bi çalakiyeka danasînê behsa armanc û xebatên xwe yên nû kirin. 

Xwediyê kovarê Abdullah Çelîk, eşkere kir ku, armanca wan a sereke ji derxistina vê kovarê pûçkirina îddaya ku tê gotin Zaza Kurd nînin û hêviya wan a duyem jî sazkirina yekitiya zaraveyên Kurdî ye. Lewma ew di kovara xwe de ji bilî Zazakî cih didin zaraveyên din ên Kurdî jî.

Abdullah Çelîk, herwiha da zanîn ku hêviya wan a duyem jî sazkirina yekitiya zaraveyên Kurdî ye û ji bo vê yekê jî di kovarê de cih didin hemû zaraveyan û tekez kir ku navê resen ê Zazakî "Kirdkî" ye û ev jî di nav Kurdî de şaxek e.

Berpirsên Ma’z Êst’ê vê dawiyê aplîkasyoneke nû ya zimanî ya bi navê Bimus jî berhem anîne daku kesên ku dem û derfet nabînin biçin qorseka Kurdî, bi xêra vê aplîkasyonê bi awayeke online fêrî Kurdî bibin.

Nûnera Stenbolê Ya Ma’z Êst Keybanû Ertaş got: “Kovara me ne tenê kovar e, lê xwedî fikriyatek e. Ji ber ku hinek kes li malên xwe nikarin fêrî Kurdî bibin yan biçin dibistanan (qursan) û bi mamosteyan re rûbirû biaxivin û xwe perwerde bikin, me jî aplîkasyoneke nû derxist, 'Bimus'. Hûn dikarin ji telefona xwe daxin. Dema hûn vedikin, ji we dipirse hûn dixwazin bi kîjan zaraveyê hîn bibin, Kurmancî yan Zazakî. Gelekî aplîkasyoneke serkeftî ye û ez ji bo vê yekê pîrozbahiyê li gel dikim."

Kovara Ma'z Êst, ku ji sala 2019’an ve derdikeve, ne tenê bi zaraveya Zazakî weşanê dike, lê herwiha cih dide nivîsên bi zaraveyên Soranî û Kurmancî jî. 

 
Fly Erbil Advertisment