Amerîka: Me hêzên xwe li Sûriyeyê kêm kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Amerîkayê bo Sûriyeyê Tom Barrack ragihand, Washington dest bi kêmkirina hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê kiriye û armanc dike ku ji bilî yekê, hemû baregehên xwe li wî welatî bigire.
Washington ev çend sal in hêzên xwe li Sûriyeyê di çarçoveya hewlên navdewletî yên ji bo têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞê de dihêle. DAIŞê beriya zêdetirî deh salan dest danîbû ser deverên berfireh li Sûriye û Iraqê, lê piştre li her du welatan rastî şikestinên mezin hatibû.
Nûnerê Amerîkî Tom Barrack di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Tirkî "NTV" êvara Duşemê, got: "Di Operasyona (Inherent Resolve) de kêmkirinek di hebûna me ya leşkerî de heye." Herwiha got: "Em ji heşt baregehan daketin pêncan, paşê sêyan û bi egereke mezin em ê tenê baregehekê bihêlin."
Lê belê, Barrack li wê mikur hat ku Sûriye di bin serokatiya serokê demkî Ehmed Şera de hîn jî rûbirûyî kêşeyên mezin ên ewlehiyê ye. Hêjayî gotinê ye ku di meha Nîsanê de, Pentagonê ragihandibû, ew dixwaze di mehên pêş de hejmara leşkerên Amerîkî yên li Sûriyê bicihkirî daxîne binê hezar leşkerî.
Derbarê tevlîkirina çekdarên berê yên opozîsyonê bo nav artêşa niştimanî, Tom Barrack da zanîn, Amerîka li ser planeke ku ji aliyê serkirdatiya nû ya Sûriyeyê ve hatiye pêşniyarkirin razî bûye. Li gorî vê planê, dê rê bê dayîn bi hezaran çekdarên berê yên opozîsyonê yên biyanî tevlî artêşa niştimanî bibin, bi şertê ku ev yek bi awayekî şeffaf pêk were.
Li gorî sê berpirsên berevaniyê yên Sûriyeyê, plan li xwe digire ku nêzîkî 3500 çekdarên biyanî, ku piraniya wan ji Uygurên Çînê û welatên cîran in, tevlî yekîneyeke nû artêşê bibin. Ev yekîne weke Lîwaya 84an a Artêşa Sûriyê tê binavkirin û dê Sûriyan jî li xwe bigire.