Tom Barrack: Amerîka piştgiriyê dide tevlîbûna çekdaran di nava Artêşa Sûriyeyê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Tom Barrack ragihand, Washngton piştgirî daye planeke ku ji aliyê serkirdatiya nû ya Sûriyê ve hatiye pêşniyarkirin. Li gorî vê planê, dê rê bê dayîn bi hezaran çekdarên biyanî, tevlî artêşa niştimanî bibin.
Barrack, ku Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê ye û meha borî weke nûnerê taybet ê Trump bo Sûriyeyê hatibû destnîşankirin, got: "Ez bawer dikim ku têgihiştin û şeffafî heye." Ajansa Reutersê roja Duşemê ji zarê wî ragihand: "Baştir e ku çekdar, ku gelek ji wan ji rêveberiya nû ya Sûriyê re pir dilsoz in, di nava projeya dewletê de bimînin, ne ku bên dûrxistin."
Du çavkaniyên nêzîkî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê eşkere kirin jî, Serokê Sûriyê Ehmed Şera û derdora wî ya nêzîk di hevdîtinên xwe yên bi berpirsên Rojava re gelek caran tekez kirine ku tevlîkirina çekdarên biyanî bo nav artêşê ji aliyê ewlehiyê ve ji dûrxistina wan kêmtir metirsîdar e, ji ber ku ev yek dikare wan ber bi rêxistinên weke El-Qaîde yan DAIŞê ve bikişîne.
3500 çekdarên biyanî tevlî artêşa Sûriyeyê dibin
Sê berpirsên berevaniyê yên Sûriyeyê diyar kirin, plan li xwe digire ku nêzîkî 3500 çekdarên biyanî, ku piraniya wan ji Uygurên Çînê û welatên cîran in, tevlî yekîneyeke nû avabûyî bibin. Ev yekîne weke Lîwaya 84an a Artêşa Sûriyeyê tê binavkirin û dê Sûriyan jî li xwe bigire.
Çîn, Partiya Îslamî ya Tirkistanê (TIP) ku gelek çekdarên Uygur endamên wê ne, weke rêxistineke terorîst bi nav dike. Di vê çarçoveyê de, berpirsekî Sûrî û dîplomatekî biyanî eşkere kirin ku Pekînê hewl daye bandora wê komê li Sûriyeyê sînordar bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê got: "Em hêvî dikin ku Şam li dijî hemû cûreyên terorê û hêzên tundrew derkeve, weke bersivek ji bo nehîştina nîgeraniya civaka navdewletî."
Heta destpêka meha Gulanê ya borî, Washngton ji Şamê daxwaz dikir ku çekdarên biyanî yên "tundrew" ji hêzên ewlehiyê û artêşa ku biryar bû bê avakirin dûr bixe û ev şert bi rakirina cezayan ve girêdida. Lê belê, di van demên dawî de nêzîkatiya wê bi awayekî berbiçav guherî, nemaze piştî ku Trump meha borî bi awayekî çaverênekirî ragihand ku hemû ceza li ser wî welatî hatine rakirin.