Şarezor: Berhema genim baş e, lê cotkar ji Bexdayê ne razî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Deşta Şarezorê werza dirûna genim e û tevî kêmbariya baranê, li gorî herêmên din ên Kurdistanê berhemeke genim a baş û bi kalîte heye. Lê belê, cotkarên herêmê ji biryara Bexdayê ya nekirîna hemû genimê wan ne razî ne û dibêjin neheqî li wan tê kirin. 

Cotkar Serxêl Enwer ji K24ê re ragihand: "Min zêdetirî 1000 donim erd bi genim çandiye. Xweşbextane tevî kêm baranê jî berhem baş e û ez pê kêfxweş im." Herwiha got: "Iraq neheqiyê li me dike û ji her donimekê tenê 131 kîlo genim ji me werdigire."

Cotkarekî din, Rêbwar Mehmûd dibêje: "Bi nêzîkî Cejna Qurbanê re, çend caran baran barî û ev bû sedema sereke ku genimê îsal ê Şarezorê baş be. Tevî kêmbariyê jî berhema genim baş e û em jê razî ne. Diviyabû Bexdayê îsal ew biryar nedaba û rêjeyeke zêdetir genim ji cotkarên Kurd werbigirta."

Bi dehan patoz li deşta Şarezorê genimê cotkaran didirûn. Rêveberiya Çandiniyê ya Şarezorê jî derbarê berhema genimê îsal de hin amar eşkere kirin.

Rêveberê Çandiniyê yê Şarezorê Fereydûn Hesen ragihand, li Şarezorê 62 hezar donim erdê ji bo çandiniyê guncaw heye û îsal nêzîkî 56 hezar donim bi genim hatiye çandin. Herwiha destnîşan kir, îsal genimê Şarezorê ji yê hemû deverên din baştir e.

Hesen da zanîn jî, 2200 cotkar navê xwe tomar kirine da ku genimê xwe radestî hikûmetê bikin û ew miqdara ku Bexdayê destnîşan kiriye bidin. Lê belê, ew miqdara ku Bexdayê ji bo Herêmê diyar kiriye (400 hezar ton) ne li gorî dilê cotkaran e. Nirxê kîloyek genim ji bo erdên dêmî 800 dînar e û ji bo erdên avî 850 dînar e.

Deşta Şarezorê yek ji xakên herî bi bereket ên Kurdistanê ye. Ji bilî genim, gelek berhemên din jî tê de tên çandin û beşek ji selika xwarekê ya Herêma Kurdistanê û navîn û başûrê Iraqê pêk tîne.