Mesrûr Barzanî û Fuad Mecîd pêşxistina tevgera çandî û hunerî li Kurdistanê tekez dikin

Mesrûr Barzanî û Fuad Mecîd
Mesrûr Barzanî û Fuad Mecîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nivîskar û rewşenbîr Fuad Mecîd Misrî re dicive û herdu alî tekezê li ser pêşxistina tevgerên çandî, edebî û hunerî li Kurdistanê dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 3ê Hezîrana 2025ê) pêşwaziya nivîskar û rewşenbîrê navdar ê Kurd Fuad Mecîd Misri kir.

Di wê civînê de tekez li ser pêşxistina tevgera çandî, edebî û hunerî li Kurdistanê û piştevanîkirina nivîskar û rewşenbîran hat kirin, da ku bikarin dahênanên xwe pêş bixin û roleke çalaktir û erênîtir di pêşxistina ziman, edeb û çanda Kurdî de bilîzin.

 

 

Fly Erbil Advertisment