Brîtanya 100 hezar dronan dide Ukraynayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Brîtanyayê îro (Çarşem, 4ê Hezîrana 2025ê) ragihand ku, ew dê heta Nîsana sala bê 100 hezar dronan bişîne Ukraynayê, ku ew dron dê di şerê navbera Mosko û Kîevê de guhertinên stratejîk bikin.

Li gorî Ajansa Reutersê ya Nûçeyan, hikûmeta Brîtanyayê ragihandiye ku nirxê van dronan 473 milyon dolar e, ev jî pareke wê pêşengiya serbazî ye ku ji bo piştgiriya Ukraynayê hatiye dabînkirin.

Biryar e ku Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanyayê John Haley di civîna Komeleya Bergirîkerên Ukraynayê de, ku ji 50 welatan pêk tê û li Almanyayê tê lidarxistin, biryara şandina 100 hezar dronan rabigihîne.

John Haley di wî warî de ragihandinek parve kir ku tê de hatiye, "Em tekez dikin ku em îsal bi dehan hezar dronan ji bo piştgiriya Ukraynayê didin Kîevê."

Ji bilî şandina dronan, Brîtanyayê ragihandiye ku ji Çileya îsal ve 140 hezar guletop ji Ukraynayê re şandine, herwesa îsal dê 247 milyon pawindan jî ji bo perwerdekirina hêzên Ukraynayê xerc bike.

Di pêşhateke têkildar de, NATO plan dike ku şiyanên xwe yên leşkerî bi rengekî berçav berfireh bike da ku li dijî gefên Rûsyayê xurt bibe û xwe biparêze, herwesa armancên xwe yên niha bi rêjeya nêzî 30% zêde bike, ku armancên nû zêdekirina embarên mûşekên dûravêj û dron in, herwesa xurtkirina sîstema bergiriya asmanî û topxaneyan.

 
Fly Erbil Advertisment