Amerîka: Em ê li Sûriyeyê şerê li dijî DAIŞê bidomînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, hevkarên wan ên li Sûriyeyê di rûbirûbûna DAIŞê de, niha şarezatir bûne û ew di rola xwe ya girîng de ji bo parastina Sûriyeyê ji DAIŞê berdewam in.
Malpera “Al-Arebiye” ji zarê berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê belav kir, yekxistina hêzan li Sûriyeyê ji bo lawazkirina pêgeh û bandora DAIŞê li herêmê û cîhanê gaveke gelek baş e. Herwiha destnîşan kir, Washington dê di operasyonên xwe yên li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê de berdewam be.
Ew berpirsê Amerîkî tekez kir, gefa DAIŞê hîn jî li herêmê maye, lê ew hemû hewlên xwe didin ji bo rêgirtina li xwe-rêxistinkirin û vegera wê komê. Wî got: "Piştî 10 salan ji karê hevbeş, niha hevkarên me yên li Sûriyeyê di rûbirûbûna DAIŞê de bihêztir û şarezatir bûne" Herwiha ew di rola xwe ya girîng de ji bo parastina Sûriyeyê ji DAIŞ û El-Qaîdeyê berdewam dikin.
Wî berpirsê Amerîkî herwiha amaje bi wê yekê kir, heta niha ji rola Ehmed Şera, ku wek serokê nû yê Sûriyeyê hatiye binavkirin, di rûbirûbûna DAIŞê de razî ne û ew karê rast dike. Herwiha got, ew hewlên aliyên Sûrî yên ji bo hemahengiya bi hevkarên wan re ji bo jinavbirina DAIŞê bilind dinirxînin, lê ew ê di çavdêrîkirina hikûmeta nû ya Sûriyeyê de berdewam bin.
Di destpêka vê hefteyê de, berpirsên Amerîkî ragihandibûn, Amerîkayê di hefteyên dawî de herî kêm 500 leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişandine û hejmarek baregehên leşkerî jî girtine û radestî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirine.
Tom Barack, ku wek Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê ji bo Sûriyeyê û di heman demê de Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê kar dike, di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihandibû: "Hejmara baregehên hêzên me li Sûriyeyê ji heşt baregehan bo pênc û piştre jî bo sê baregehan hatiye kêmkirin." Herwiha gotibû: "Armanca me ew e ku em wê bikin yek baregeh."