Merasîma cejna Qurbanê li Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro merasîma roja yekem a cejna Qurbanê li Herêma Kurdistanê, Iraq û piraniya welatên cîhanê birêve diçe.

Merasîma cejna Qurbanê li hemû perçeyên Kurdistanê bi serdana goristanan û beşdariya di nimêja cejnê de dest pê tê kirin. Piştre jî merasîmên cejnê bi serdana malbat, kesûkar û cîranan birêve diçe. 

Hevdem jî, hêzên ewlehiyê, polîs û asayişê planên xwe yên taybet bo parastina rewşa ewlehiyê di rojên cejnê de danîne û kar li ser bicihkirina erkên xwe dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê duh ji bo Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî hemî misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir û tê de got, “Mixabinî û nîgeraniyeke mezin e ku em vê cejnê di rewşeke darayî ya dijwar de pîroz dikin, ji ber cezakirina bikom a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Em piştrastiyê didin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemî bizavan bike, ji bo derbaskirina vê rewşê û nehêlana vê stema nerewa ku li beranberî mûçexurên Herêma Kurdistanê tê kirin.”

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir ragihand, ew welatiyan piştrast dikin ku hemû saziyên hikûmeta xwecihî ya Silêmaniyê dê di xizmeta wan de bin, lê ji ber neşandina mûçeyan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, Silêmanî cejnê bi awayekî fermî pîroz nake.

 
Fly Erbil Advertisment