Kemal Kerkûk: Bexda bi qestî qeyranan dirust dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dr. Kemal Kerkûkî ragihand, Cejna Qurbanê di demekê de tê ku gelê Kurdistanê rûbirûyê "siyaseteke nû ya stemkarî" dibe. Kerkûkî biryara Bexdayê ya ji bo birîna mûçeyan weke "çêkirina qeyranan bi qestî" û binpêkirineke eşkere ya destûrê bi nav kir û got, ev pêngav ji bo veşartina têkçûnên hikûmeta Iraqê ye.
Dr. Kemal Kerkûkî îro 6ê Hezîranê di peyamekê bi boneya Cejna Qurbanê de, rewşa siyasî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de nirxand û got: "Ev cejn di demekê de tê ku gelê Kurdistanê rûbirûyê siyaseteke nû ya stemkarî dibe, ku bi biryareke nişkave çend roj beriya cejnê mûçeyên fêrmberên Herêma Kurdistanê hatin birîn."
Kerkûkî amaje bi wê yekê kir ku ev biryar ji ber aliyên wê yên siyasî, mirovî û hestiyariya dema wê, pêngaveke cihê şaşmayînê bû. Lê wî got, "Diyar e ev biryar di çarçoveya hewlên ji bo dûrxistina balê ji ser astengiyên bingehîn ên li pêşiya hikûmeta Iraqê de ye, weke pêşkêşkirina xizmetguzariyan, pêkanîna geşepêdanê û çareserkirina dosyeyên gendelî û pûçkirina samanê giştî."
Destnîşan kir, di demekê de xelkê Iraqê li benda jiyaneke hevbeş a aştiyane û rêveberiyeke têgihîştî ye ku li ser bingeha hevparî, wekhevî û sîstema federalî be, Bexda vedigere siyaseta "bi qestî çêkirina qeyranan" li şûna ku ji bo çareserkirina nakokiyan vegere ser destûr û mekanîzmayên yasayî û sazûmanî.
"Pêngava Bexdayê binpêkirina destûrê ye"
Derbarê aliyê yasayî yê biryarê de, Kerkukî got: "Ev pêngava Bexdayê, ya ku li ser hincetên bêbingeh ên destûrî û yasayî hatiye avakirin, binpêkirineke eşkere ya destûra Iraqê û yasaya budceya federalî ye. Ji ber ku madeyên pêwendîdar behsa birîna fînansekirinê nakin, belkî behsa mekanîzmayên zelal ên ji bo çareserkirina nakokiyan bi rêya komîteyên pispor dikin, ne bi rêya sepandina cezayên bi komî."
Kerkûkî herwiha hincetên Wezareta Darayî ya Iraqê jî red kirin û got ku ti pêwendiya wan bi karê jimaryariyê re nîne û ti perdeyeke yasayî nade ser bêparkirina gelê Herêma Kurdistanê ji mafên wî yên darayî.
"Planên dijminan li ser çiyayên Kurdistanê têk çûne"
Di dawiya peyama xwe de, Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê PDKê berxwedana dîrokî ya gelê Kurdistanê bi bîr xist û got: "Zarokên Kurdistanê têkoşîn bi zehmetiyan re kiriye, rûbirûyê rewşên herî tarî bûne û têkçûn nas nekirine. Wan ji êş û azarê îrade ava kiriye û ji stemkariyê rûmeteke neşikestî afirandiye."
Herwiha Dr. Kemal Kerkûk da zanîn: "Kurdistan ji karesatên herî giran bi serkeftî derketiye: Ji kîmyabaranê bigire heta operasyonên Enfal û paqijkirina nijadî, heta dorpêç, birçîkirin û pîlanên navxweyî û derve. Her cara ku dijminan li dijî me komployek çêkiriye, pîlanên wan li ser çiyayên Kurdistanê têk çûne û stemkariya wan weke şikestineke mezin li wan vegeriyaye."