Mehmet Kamaç: Hikûmeta Tirkiyeyê gav ji bo Pêvajoya Aştiyê neavêtine
Navenda Nûçeyan (K24) – Perlemanterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Diyarbekirê Mehmet Kamaç ragihand, proseya çareseriyê ya ku beriya niha dest pê kiribû, heta niha bi awayekî yekalî ji aliyê Kurdan ve hatiye birêvebirin û hikûmeta Tirkiyeyê ti pêngavên şênber ji bo aştiyê neavêtine. Kamaç herwiha destnîşan kir ku di dîroka Tirkiyeyê de destûreke demokratîk û sivîl nehatiye nivîsandin.
Mehmet Kamaç di beşdariya di bulteneke K24 de da zanîn, proseya çareseriyê ya ku bi peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dest pê kiribû, ji aliyê PKKê ve bi awayekî erênî hatibû pêşwazîkirin û di kongreya xwe de biryara vekişandina hêzên xwe dabûn. Lê belê, Kamaç got, "Ew prose heta niha bi pêngavên şênber yên yekalî pêş ve çû. Ji aliyê dewletê ve, ji bilî gotûbêjan, mixabin heta niha ti pêngavên şênber nehatine avêtin."
"Di dîroka Tirkiyeyê de destûreke demokratîk nehatiye nivîsandin"
Derbarê hewldanên ji bo nivîsandina destûreke nû de, Mehmet Kamaç anî ziman ku pirsgirêka bingehîn li Tirkiyeyê destûra heyî ye ku ew wek "destûra darbeyê" bi nav kir. Kamaç got: "Di dîroka Komara Tirkiyeyê de, bi rastî destûreke ku sivîl û demokratîk be, nehatiye amadekirin. Destûra heyî destûreke leşkerî ye. Heman hişmendiya leşkerî heta îro jî desthilatdariya xwe li ser yasayan didomîne."
Kamaç tekez kir, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, divê destûreke nû ya sivîl, demokratîk û beşdarîxwaz were amadekirin û got, "Em wek partî û saziyên sivîl, her dem ji bo nivîsandina destûreke nû amade ne û nêrînên me jî hene."
"Divê Pirsa Kurd li Perlemantoyê were çareserkirin"
Parlamenterê DEM Partiyê destnîşan kir ku navnîşana çareseriya pirsa Kurd divê Perlemana Tirkiyeyê be û ev tişt gotin: "Pêwîst e pirsa Kurd li Perlemanê were çareserkirin. Divê zemîneke siyasî û huqûqî were avakirin da ku ev pêvajo pêş bikeve."
Kamaç rexne li têgeha "biratiya sed salan" girt û got, ew bêyî huqûqê bê wate ye: "Hûn nikarin ji zarokên bavekî re bêjin hûn bira ne lê zevî hemû ya yekî ji we ye. Ev ne biratî ye. Biratî li ser huqûqê ava dibe. Eger huqûq nebe, ew gotin vala derdikeve. Bi hezaran salan e Kurd û Tirk bi hevre dijîn, lê mixabin bi taybetî di 100 salên dawî de, huqûqa vê biratiyê nehatiye avakirin. Pêwîst e em huqûqa vê biratiyê ava bikin."
Mehmet Kamaç di dawiya axaftina xwe de careke din dubare kir ku ew wek partiyên Kurdan û saziyên sivîl, ji bo gotûbêjên li ser destûreke nû ya ku mafên hemû aliyan di nav xwe de bihewîne, amade ne.