Japon: Teqînek li bingeheke leşkerî ya Amerîkayê çê bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsên Wezareta Bergiriyê ya Japonê îro (Duşem, 09.06.2025) ragihand, “Ji ber teqînekê li devereke embarkirina çekî li Bingeha Asmanî ya Kadenayê ya artêşa Amerîkayê li Okinawaya başûrê Japonê, çend endamên Hêzên Bergiriyê yên Xweparastinê yên Japonî birîndar bûn.”

Berdevkê Wezareta Beergiriyê ya Japonê ragihand ku, li dezgeheke Hêzên Bergiriyê yê Xweparastinê li bingeheke asmanî ya Kadenayê teqînek çê bûye.

Berpirsên Japonê di wî warî de ji ajansa nûçeyan a Jijiyê re gotiye ku, di wê rûdanê de çar kes birîndar bûn lê metirsî li ser jiyana wan nîne.

Weşana giştî ya Japonê parve kiriye ku, ew teqîn li cihê embarkirina bombeyan çê bûye lê berpirsên Japonî negotiye ka ew rûdan çawa çê bûye.

Berpirsekî navxweyî yê bajarê Yomitanê li Okinawayê bi navê Yuta Matsuda got, "Me li dezgeheke Hêzên Bergiriyê yên Xweparastinê dengê teqînekê bihîst, lê ti hûrgiliyên din li ber destê me nînin."

 
 
 
Fly Erbil Advertisment