Îsraîlê destê xwe dana ser belema ‘Madleen’ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Îsraîlê destê xwe dana ser belema gihandina alîkariyan ji bo kertê Xezzeyê.
Wezareta Derve ya Îsraîlê îro (Duşem, 09ê Hezîrana 2025ê) di ragihandinekê de eşkere kir ku, wan destê xwe danaye ser belema Madleenê, ku ji bo gihandina alîkariyan ber bi Xezzeyê ve diçû.
Li gorî Wezareta Derve ya Îsraîlê, rêwiyên wê belemê ji bo welatên wan tên vegerandin û rê tê dan ku pareke kêm ji alîkariyan bigihîjin Xezzeyê.
Belema Madleenê, ku li roja yekê Hezîrana îsal ji girava Sîsîlyayê dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi kertê Xezzeyê ve kir, 12 rêwî hildigirtin. Yek ji wan rêwiyan jî çalakvana Swêdî Greta Thunberg e.
Wan çalakvanan dixwest ku dorpêça Îsraîlê ya li ser kertê Xezzeyê bişkînin û hin pêdiviyên wekî xwarinê ji bo zarokan û pêdiviyên bijîşkî bigihînin kertê Xezzeyê.