Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê dikare bo tevaya Iraqê bibe deriyê weberhênanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amajeyê dide ku, Herêma Kurdistanê dikare ji bo tevaya Iraqê bibe deriyekî vekirî yê weberhênanê. Herwesa dibêje ku, planên wan bi armanca pirrengkirina aborî û gerentîkirina gelek çavkaniyan e.
Tora CNNê ya Nûçeyan îro (Sêşem, 10ê Hezîrana 2025ê) di raporteke vîdyoyî de bal kêşa ser rewşa bêhempa ya weberhênanê li Hewlêrê, li ber ronahiya qanûnên weberhênanê û projeyên nû yên jêrxaneyê li Iraqê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di raporta CNNê de li ser taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li Iraqê got, "Me di warê ewlehî û jêrxaneyê de rewşeke baştir heye, me ji hemî deverên din ên Iraqê zûtir dest bi pêşveçûnê kiriye û bala me ya sereke li ser rûbirûbûna gendeliyê ye."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pareke din a raporta xwe de eşkere kir, "Pabendbûna me bi karûbaran bi awayekî durist Kurdistan kiriye xwediya cihekî kêmpeyda û ji bo tevaya Iraqê bûye deriyek. Her kesê ku li Kurdistanê weberhênanê bike, derfeta wê yekê jî heye ku li tevaya Iraqê binêre."
Mesrûr Barzanî herwesa stratejiyeke berfireh ji bo veguherîna aborî eşkere kir û tekez kir ku, armanca vê planê hemerengkirina aboriyê û gerentîkirina gelek çavkaniyên dahatê ye, bê ku tenê pişta xwe bi petrolê germ bike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa weberhênana biyanî de tekez li ser pêdivîtiya zêdetir rakêşana weberhênanê kir û got, "Mixabin niha me li Kurdistanê weberhênanên biyanî zêde nînin, her ji ber vê yekê ye jî ku em qanûna weberhênanê diguherînin da ku zêdetir bala weberhênerên biyanî bikêşin."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê raporta Tora CNNê ya Nûçeyan de behsa peymanên vê dawiyê yên Herêma Kurdistanê bi şîrketên Amerîkayî re bi bihayê 110 milyar dolaran jî kir.