Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê amadekariyên valakirinê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a “Reuters” ragihand, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê, dest bi amadekariyên valakirinê dike. Jêderekî ji nav balyozxaneyê jî ev agahî ji K24ê re piştrast kir.

Ajansa Reutersê îro 11ê Hezîrana 2025an, li ser zimanê jêderên Iraqî û Amerîkî belav kiriye, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji ber metirsiyên ewlehiyê yên zêde bûne, dest bi amadekariyên valakirinê dike.

Ji aliyekî din ve, jêderekî ji nav balyozxaneyê ji K24ê re eşkere kir ku ev amadekarî ji tirsa êrîşên leşkerî tên kirin. Da zanîn jî, balyozxane dê karmendên xwe bi du qonaxan kêm bike.

Heman jêderî tekez kir, amadekariyên ji bo valakirinê ji îro ve dest pê dikin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê jî da zanîn, metirsiyeke cidî li ser balyozxaneyê hebûye û got: "Amerîkayê çendîn caran hişyarî dabû komên çekdar û gotibû, eger êrîşî balyozxaneyê bikin, dê bertekeke wan a leşkerî hebe."

 
Fly Erbil Advertisment