Komeke çekdar a Iraqê gef li Amerîkayê xwar

Navenda Nûçeyan (K24) – Di demekê de ku aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de li navçeyê digihîjin asta herî bilind, Sekreterê Giştî yê koma çekdar a "Ketayib Seyîd El-Şuheda" Ebû Ela Welaî, gefên tund li Amerîkayê xwarin. Welaî ragihand, eger şer li dijî Îranê dest pê bike, ew ê bi sedan "xwekujan" bişînin ser berjewendiyên Amerîkayê.
Ebû Ela Welaî îro 12ê Hezîranê di peyameke xwe de li ser torên civakî nivîsî: "Eger şer dest pê bike, bi sedan xwekuj amade ne. Amerîkaya qure dê careke din rezîl bibe, çawa ku cara yekem li Iraqê bi rezîlî û bêhêvîtî vegeriya."
Sekreterê Giştî yê vê koma alîgirê Îranê gefên xwe wiha domand: "Vê carê ne Amerîka û ne jî hevkarên wê li Rojhilata Navîn dê bimînin, her wiha ewên ku parastina dagirkeriyê dikin jî dê têk biçin."
Ev gef di demekê de tên ku rageşî li herêmê zêde bûye, bi taybetî piştî daxuyaniyên Wezîrê Berevaniyê yê Îranê Ezîz Nasirzade, ku tê de gefa êrîşkirina ser bingehên Amerîkayê li herêmê xwaribû, eger danûstandinên atomî bi Washingtonê re têk biçin.
Balyozxaneya Amerîkayê xwe ji bo valakirinê amade dike
Li gorî zanyariyan, ev gef û aloziyan bandoreke rasterast li ser hebûna Amerîkayê ya li Iraqê kiriye. Duh 11ê Hezîranê, jêderekî ji nav Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji K24ê re ragihandibû, balyozxane ji tirsa êrîşên leşkerî amadekariyan ji bo valakirinê dike û dê hejmara karmendên xwe bi du qonaxan kêm bike.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê jî diyar kir, metirsiyeke cidî li ser balyozxaneyê heye û Amerîkayê çendîn caran hişyarî dabû komên çekdar ku eger êrîşî balyozxaneyê bikin, dê bertekeke leşkerî ya tund nîşan bidin.
Lê belê, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan ji K24ê re got: "Em bi fermî derbarê valakirina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê nehatine agahdarkirin û ti zanyariyek ji me re nehatiye dayîn."
Amadekariyên ji bo valakirina balyozxaneyê di demekê de ne ku metirsiya têkçûna gotûbêjên navbera Îran û Amerîkayê yên derbarê programa atomî de heye. Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî aşkera kiribû, ew ê rê bidin leşkerên ku li bingeh û deverên din ên Rojhilata Navîn bi cih bûne, ku bi awayekî dilxwazî vegerin.