Encûmena Ewlehiya Niştîmanî ya Neteweyên Yekgirtî li ser daxwaza Îranê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê nameyek ji Encûmena Ewlehiya Niştîmanî ya Neteweyên Yekgirtî re şand û tê de daxwaz kiriye ku, Îsraîl ji ber êrîşên li ser welatê wî bê cezakirin.
Ajansa Reutersê ya nûçeyan ragihand, “Encûmena Ewlehiya Niştîmanî ya Neteweyên Yekgirtî (În, 13ê Hezîrana 2025ê) li ser daxwaza Îranê li ser êrîşên serê sibeha îro li ser wî welatî dicive.”
Wê ajansê amaje jî daye, “Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî di nameyekê de ji 15 endamên Encûmena Ewlehiya Niştîmanî ya Neteweyên Yekgirtî re got, "Îsraîlê hemî sînor derbas kirine, lewma nabe civaka navneteweyî rêyê bide ku ev tawan bê ceza derbaz bibe."
Ajansa navbirî herwesa got, "Îran li gorî qanûna 51ê ya Neteweyên Yekgirtî pabend dibe ku xwe biparêze, lewma êrîşên neqanûnî û tirsonek ên Îsraîlê dê bersiveke guncayî û yekalîker hebe."
Herwesa di nameya Wezîrê Derve yê Îranê de hatiye, " Êrîşên Îsraîlê tenê li ser serweriya welat û endamên Neteweyên Yekgirtî gef nînin, belkî kiryareke şerxwazane û tawana şerî ye."
Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan serê sibeha îro (În, 13ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Bingeha artêşa Pasdaran li Tehranê û gelek cihên din ên Îranê ji aliyê Îsraîlê ve hatin bombebarankirin.”
Wê ajansê amaje jî da ku, Fermandarê Artêşa Pasdaran Hisên Selamî, Serdarê Artêşa Îranê Mihemed Baqirî, Serokê Zanîngeha Azadiyê ya Îslamî Mihemed Tehrançî û zanayê warê atomê Fereydûn Ebasî di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.