Amerîkayê dest bi tevgera leşkerî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li hember aloziyên zêde yên li navçeyê, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, ji bo parastina Îsraîlê û baregehên xwe yên leşkerî, keştiyeke firokehilgir û keştiyeke din a şer a pêşketî şandine Rojhilata Navîn.

Ajansa nûçeyan a Associated Press (AP) îro Înê, 13ê Hezîranê ragihand, Pentagonê dest bi liv û tevgera leşkerî kiriye û keştiya firokehilgir a "USS Thomas Hudner" ber bi navçeyê ve şandiye.

Li gel firokehilgirê, keştiyeke şer a ji çîna "Arleigh Burke" jî hatiye şandin, ku xwediyê yek ji sîstemên herî pêşketî yên berevaniya asmanî û mûşekî ye.

Li gorî heman ajansê, armanca şandina van keştiyan ew e ku li hember egera her êrişeke mûşekên balîstîk ên Îranê, berevaniyê li baregehên leşkerî yên Amerîkayê û axa Îsraîlê bikin û wan mûşekan têk bibin.

Associated Press herwiha dide zanîn, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo nirxandina rewşa dawî û pêngavên pêwîst, bi Encûmena Asayişa Niştimanî ya welatê xwe re civiya ye.