Supaya Pasdarên Îranê: Me dest bi êrişeke berfireh li ser Îsraîlê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdarên Îranê ragihand, wan dest bi êrişeke berfireh a mûşekî li dijî Îsraîlê kiriye û wan 100 mûşek arasteyî çend armancan li navenda Îsraîlê hatine kirin.

Supaya Pasdaran îro 13ê Hezîranê di daxuyaniyekê de diyar kir ku zêdeyî 100 mûşekên balîstîk arasteyî navenda Îsraîlê kirine. Ajansa Tesnîm a Îranê navê operasyonê wek "Soza Rastgo 3" ragihand û da zanîn ku Wezareta Berevaniyê û Wezareta Asayişê ya Îsraîlê li Tel Avîvê hatine armanckirin. Xamineyî jî ragihand ku ewê şerê xwe bidomînin û "ji tiştekî çavpoşî nakin".

Ji aliyê din ve, ajansa nûçeyan a France-Presse (AFP) ji zarê berpirsekî payebilind ê artêşa Îsraîlê ragihand, wan "bersiva çend mûşekên Îranê dane" û ew têk birine. Lêbelê, di dîmenên ku li ser torên civakî hatine belavkirin de, tê dîtin ku çend mûşek li navenda Tel Avîvê li armancên xwe didin.

Televîzyona Channel 13 a Îsraîlê jî ragihand, li nêzîkî baregeha sereke ya Wezareta Berevaniyê agirekî mezin derketiye. Li seranserê Îsraîlê, sîrenên hişyariyê xelk ji êrişan agahdar kirine û welatî berê xwe dane stargehan.

 
 
Fly Erbil Advertisment