Xamineyî: Em ê jiyanê li Îsraîlê tal bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Ayetulah Elî Xamineyî di peyameke televîzyonî de, bi tundî li dijî Îsraîlê axivî û ragihand ku Îsraîlê bi êrişên xwe "şaşiyeke mezin" kiriye û soz da ku dê bersiveke giran bidin.
Xamineyî îro 13ê Hezîranê di peyama xwe ya vîdyoyî de got: "Îsraîlê şaşiyeke mezin kir û bi destpêkirina şer destpêşxer bû. Ji ber vê yekê, Komara Îslamî ya Îranê ji van êrişan xweş nabe û hêzên me yên çekdar dê bersiveke tund bidin."
Rêberê Bilind ê Îranê tekez kir, ew ji tu sûc û şaşiyên Îsraîlê re çavpoşiyê nakin û wiha axivî: "Hêzên me dê derbên kujer li Îsraîlê bidin û bi piştgiriya Xwedê, em ê bi ser vî dijminî de ser bikevin. Rejîma Îsraîlê şaşiyeke gelek mezin kir û encamên vê şaşiyê dê Îsraîlê reşebeht bike, ji ber ku gelê Îranê ji xwîna bihadar a şehîdên xwe û ji binpêkirina serweriya axa xwe xweş nabe."
Xamineyî herwiha amaje bi yekrêziya navxweyî kir û got: "Hêzên me yên çekdar amade ne û berpirsên welat û tevahiya gel li pişt wan e. Hemû partiyên siyasî û pêkhateyên cuda yên gelê me helwesta xwe diyar kirine û hemû daxwaz dikin ku bi hêzeke mezin bersiva vê êrişa pîs a Îsraîlê bê dayîn."
Di dawiya peyama xwe de, Xamineyî gefên xwe wiha anîn ziman: "Em ê jiyanê li Îsraîlê tal bikin. Bila nefikirin ku êrişek kirin û xilas bû. Wan dest pê kir û şerek dan destpêkirin, lê em rê nadin ku ew ji vî sûcê mezin bi silametî xilas bibin."