Îranê pêla çarem a êrişên mûşekî li dijî Îsraîlê pêk anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê pêla çarem a êrişên mûşekî li dijî Îsraîlê da destpêkirin. Li gorî ragihandinan, li bakur û gelek deverên din ên Îsraîlê sîrenên hişyariyê lê ketin û sîstema berevaniya asmanî ji bo bersivdanê kete amadebaşiyê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê, ji Îranê rêzek mûşekên nû yên balîstîk ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin. Ji ber vê yekê, sîstema berevaniya asmanî ya welêt ji bo rûbirûbûna mûşekan bi tevahî ketiye amadebaşiyê.

Di heman demê de, li piraniya herêmên Îsraîlê sîrenên hişyariyê lê ketin û ji welatiyan hat xwestin ku xwe bigihînin stargehan.

Ji aliyê xwe ve, Ajansa fermî ya Îranê “Tesnîmê” jî piştrast kir, pêleke nû ya êrişên mûşekî li dijî Îsraîlê hatiye destpêkirin. Ev êriş piştî daxuyaniyeke berpirsekî Îranî yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin tê. Wî berpirsî, saetek beriya êrişê ji kanala “CNN” re ragihandibû ku welatê wî dê êrişên xwe yên mûşekî yên li ser Îsraîlê zêdetir bike.

Heman berpirsê Îranî amaje pê kiribû, ev êriş "mafekî rewa yê Tehranê ye" ji bo bersivdana "destdirêjiyên Îsraîlê" yên ku li gorî îdiaya wî, roja Înê li dijî bi dehan herêmên Îranê pêk hatibûn.