Sûriye û Libnan qada xwe ya asmanî vedikin, Îran jî girtinê dirêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî aloziyên leşkerî yên li herêmê, welatên wekî Sûriye, Libnan û Urdinê ragihandin ku qada xwe ya asmanî ji nû ve li hember geştên sivîl vedikin. Ji aliyê din ve, Îranê biryara girtina qada xwe ya asmanî heta demeke nediyar dirêj kir.
Îro Şemiyê, 14ê Hezîrana 2025an, Desteya Firokevaniya Sivîl a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê fermî vekirina qada asmanî ya welat ragihand. Li pey vê pêngavê, Libnanê jî da zanîn ku geştên asmanî li welatê wan vedigerin rewşa xwe ya asayî.
Berdevkê Hêla Asmanî ya Libnanê diyar kir: "Ji ber aloziyên li herêmê, em neçar man ku ji bo çend saetan qada xwe ya asmanî bigirin, lê niha rewş vegeryaye asayî."
Beriya van her du welatan, Desteya Firokevaniya Urdinê jî berbangê ragihandibû ku wan qada xwe ya asmanî vekiriye û geştên asmanî ji nû ve dest pê kirine.
Îran girtinê didomîne
Berevajî van welatan, Kompanyaya Firokexane û Geştên Asmanî ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, girtina qada asmanî ya welat li hember hemû geştan "heta demeke nediyar" hatiye dirêjkirin.
Ev biryar rasterast piştî êrîşên berfireh ên Îsraîlê yên li ser armancên stratejîk li Îranê tê. Ji ber metirsiyên ewlehiyê, Îranê qada xwe ya asmanî girtibû, ku ev yek bûbû sedema astengiyên mezin di hatûçûna asmanî ya navneteweyî de.
Piştî destpêkirina aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de, qada asmanî ya piraniya welatên Rojhilata Navîn, di nav de Iraq û Herêma Kurdistanê jî, bi awayekî demkî li hember geştan hatibû girtin.