Îran: Sê zanyarên din ên atomî yên Îranê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de derbasî qonaxeke nû û stratejîk bû, ku tê de zanyarên etomî yên Îranê bûne armanca sereke. Artêşa Îsraîlê ragihand, wan di êrîşên xwe yên dawî de 9 zanyarên payebilind ên programa etomî ya Îranê kuştine. Ji aliyê xwe ve, medyaya Îranê jî kuştina sê zanyarên din piştrast kir.

Îsraîl: Me mejiyê programa etomî kir armanc

Artêşa Îsraîlê îro 14ê Hezîranê di daxuyaniyeke fermî de ragihand, wan ji duh (13.06.2025) ve neh (9) zanyarên navdar ên projeya etomî ya Îranê kuştine.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev zanyar di plana rejîma Îranê ya ji bo bidestxistina çekê etomî de xwedî rolên sereke bûn. Kuştina wan zerareke mezin gihandiye şiyana Îranê ya ji bo bidestxistina vê teknolojiyê."

Îran Kuştina 3 zanyarên din piştrast dike

Medyaya fermî ya Îranê belav kir, di êrîşên asmanî yên dawî yên Îsraîlê de, sê zanyarên din ên etomî bi navên Elî Bakeyî Kerîmî, Mensûr Eskerî û Seîd Borcî hatine kuştin. Bi vê yekê re hejmara zanyarên kuştî yên ku Îranê bi fermî ragihandiye zêde dibe.

Lîsteya zanyarên kuştî yên ku îsraîlê belav kiriye:

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, navên 9 zanyarên ku hatine kuştin ev in:

1.    Fereydûn Ebasî

2.    Mihemed Mehdî Tarançî

3.    Ekber Motalebzade

4.    Seîd Borcî

5.    Emîr Hesen Fexêyî

6.    Ebdulhemîd Menuçehr

7.    Mensûr Eskerî

8.    Ehmed Reza Zulfexerî Daryanî

9.    Elî Bakoyî Ketarmî

Ev pêşhate di demekê de ne ku aloziya di navbera her du welatan de di asta herî bilind de ye. Roja Înê, Îsraîlê bi operasyona "Şêrê Raperî" êrîşî ser zêdetirî 200 armancan li Îranê kiribû. Çend saet şûnde, Îranê bi operasyona "Soza Rast 3" bi sedan mûşekan bersiv da, ku di encamê de li Îsraîlê 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.

Piştî êrîşa Îranê, Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê, Yisrael Katz, gef li Tehranê xwar û got: "Eger Xamineyî êrîşên mûşekî bidomîne, em ê Tehranê bişewitînin."

 
Fly Erbil Advertisment