Trump hişyariyê dide Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, welatê wî ti pêwendiya xwe bi êrîşa Îsraîlê ya dawî ya li ser Îranê re nîne, lê di heman demê de hişyariyeke tund da Tehranê ku eger êrîşî berjewendiyên Amerîkayê bê kirin, dê bersiveke wan a "dîrokî" hebe.
Donald Trump îro li ser platforma xwe ya civakî "Truth Social" nivîsî: "Amerîka beşdarî êrîşa şeva borî ya Îsraîlê ya li ser Îranê nebûye. Lê eger êrîş li ser me bê kirin, wê demê bersiva hêzên me yên çekdar dê di astekê de be ku we ti carî nedîtiye."
Trump di heman peyamê de got ku ew dikare "bi hêsanî" di navbera Îran û Îsraîlê de peymanekê çêbike û vî "şerê xwînrêj" bidawî bîne.
Beriya vê daxuyaniyê, Trump roja Înê di posteke din de wiha gotibû: "Du meh berê, min 60 roj mohlet dabû Îranê ku 'lihevkirinekê bikin'. Diviyabû wan ev yek bikira! Îro roja 61emîn e. Min ji wan re gotibû divê çi bikin, lê wan nekir. Niha, dibe ku derfeteke wan a duyem hebe!"
Piştgiriya Amerîkayê ji bo Îsraîlê
Tevî ku Trump beşdarbûna rasterast red kir, lê roja Înê di daxuyaniyên xwe yên ji bo televîzyona CNNê re piştgiriya Amerîkayê ji bo Îsraîlê tekez kiribû û êrîşên li ser Îranê wek "êrîşeke pir serkeftî" bi nav kiribû.
Li gorî agahiyên ku du çavkaniyên Îsraîlî dane CNNê, Amerîkayê şeva Înê alîkariya Îsraîlê kiriye ji bo têkbirina mûşekên Îranê. Yek ji çavkaniyan herwiha destnîşan kir ku welatên din ên herêmê jî bi heman awayî piştgirî dane sîstemên berevaniya asmanî ya Îsraîlê.