Îranê Tel Evîv û Heyfa mûşekbaran kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Pêleke din a mûşekên Îranê gihîşt asmanê Îsraîlê û çend armanc li wî welatî hingaftin.
Medyaya Erebî îro (Yekşem, 15ê Hezîrana 2025ê) ragihand, Îranê gereke din a êrîşan bi rêya mûşekên balîstîk, bi navê "Soza Rastgoyî 3", li ser Îsraîlê pêk anî.
Amaje jî da ku, ew mûşek ji bajarê Şîrazê yê Îranê ber bi Tel Evîv û Heyfayê ve hatine avêtin, mûşekeke wan li Heyfayê ketiye û bûye sedema teqîneke mezin û agirekî mezin li wî cihî bilind bûye.
Medyaya Îsraîlê jî ji aliyê xwe ve ragihand ku, li seranserê Îsraîlê zenga haydarkirinê hatiye lêdan û daxwaz ji welatiyan hatiye kirin ku biçin penagehên xwe û dernekevin.
Amaje jî da ku, hêza bergiriyê ya asmanî ya Îsraîlê rê li ber ketina piraniya mûşekan girtiye, lê tê pêşbînîkirin ku Îran di çend seetên pêş de zêdeitr êrîşan bike.
Rêveberiya Hawarhatinê ya Îsraîlê jî ragihand, “Ji ber ketina wê mûşekê, hejmareke welatiyan li Heyfayê birîndar bû.”
Ev şer li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) hatoyue destpêkirin, ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.