Îsraîlê bingeha artêşa Pasdaran li Tehranê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku, êrîş kiriye ser bingeha artêşa Pasdaran li Tehranê.
Artêşa Îsraîlê serê sibeha îro (Duşem, 16ê Hezîrana 2025ê) bi êrîşên asmanî bingehên Hêza Qudsê, artêşa Pasdaran û artêşa Îranê li Tehranê û herwesa cihên leşkerî li naverasta Îranê wêran kirin.
Artêşa Pasdaran di beyannameyekê de ragihandiye, "Balafirên şerî yên Îsraîlê êrîş kir ser navendên fermandariyê yên Hêza Qudsê û artêşa Îranê li Tehranê." Amaje jî da, “Ew bingeh ji bo plankirina êrîşên terorîstî li dijî dewleta Îsraîlê bi rêya wekîlên Îranê li Rojhilata Navîn hatine bikar anîn.”
Ev cihên ku hatine armanckirin cihek bû ji bo berhemanîna sîstema bergirî û mûşekan, cihek bû ji bo berhemanîna sotemeniyê ji bo cûnên cuda yên mûşekan û motorên mûşekên rûkar ji bo ser erdî.
Nakokiyên Îran û Îsraîlê ketine roja pêncê ya şer û pevçûnê û her roj êrîş dikin ser hev.
Ev şer li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) hatoyue destpêkirin, ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.