Berdevkê Artêşa Îsraîlê: Me 20 navendên artêşa Pasdaran wêran kirin

Effie Defrin
Effie Defrin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Artêşa Îsraîlê ragihand ku, şevêdî “gurzekî bihêz” li artêşa Pasdarên Îranê daye, bi awayekî ku 20 navendên leşkerî wêran kirine.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Effie Defrin îro (Duşem, 16ê Hezîrana 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Şevêdî 50 balafirên şerî yên Îsraîlê êrîşên bihêz kirine ser deverên cuda cuda yên Îranê û 20 navendên leşkerî yên artêşa Pasdaran wêran kirine, Berpirsê Hewalgiriya Feyleqa Qudsê û Artêşa Pasdaran li gel du cîgirên wî, ku pêştir berpirsiyarên êrîşên li dijî Îsraîlê bûn, hatin kuştin.”

Effie Defrin amaje jî da ku, wan bingehên bergiriyê yên asmanî wêran kirine û çend projeyên atomî jî ji kar xistine. Herwesa got, "Em gelek bi baldarî li hemî deverên armanckirî dixin."

Navbirî herwesa got, “Şevêdî me gurzeke bihêz li seranserê Îranê da. 50 balafirên şerî tevlî wê êrîşê bûn. Me 120 sekoyên avêtina mûşekan wêran kirin, ku sê parên tevaya sekoyên mûşekan ên Îranê bûn. Her yek ji wan sekoyan bi dehan mûşek diavêtin Îsraîlê, lewma Îranê îşev karibû bi nîvê şiyanên xwe yên berê mûşekan biavêje Îsraîlê.”

Berdevkê Artêşa Îsraîlê tekez jî kir ku, ew dê li ser wêrankirina sekoyên mûşekan ên Îranê û rûbirûbûna gefên li ser Îsraîlê berdewam bin. Herwesa got, "Îsraîl dê li hemî eniyên şerî li Yemen, Xezze, kinarên rojava û deverên din jî berdewam be."

Effie Defrin eşkere jî kir, "Hemî hêzên bejahî, asmanî û deryayî yên Îsraîlê, tevî leşkerên yedek û yên sereke, bizavê ji bo parastina welatê xwe dikin." Tekez jî kir, "Tevî ku demeke dijwar be jî, em dê derbaz bikin û dê bi ser bikevin."

 
Fly Erbil Advertisment