Çîn: Trump agirê şerê di navbera Îsraîl û Îranê de gur dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Çînê, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tundî rexne kir û ew tometbar kir ku bi daxwaza xwe ya ji bo valakirina Tehranê, "benzînê bi ser agirê" şerê Îran-Îsraîlê de dike. 

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Guo Jiakun îro 17ê Hezîranê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi helwestên xwe aloziyê kûrtir dike.

Jiakun got: "Rijandina benzînê bi ser şer de, gefxwarin û zêdekirina zextan alîkariyê nade aramkirina rewşê. Berevajî vê, ew dê bibe sedema gurkirin û berfirehkirina pevçûnan."

Ev daxuyaniya Çînê piştî aloziyên ku berbangê roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an, dest pê kirin tê. Wê rojê Îsraîlê bi 200 firokeyên şer û bi sedan dronan êrîş biribû ser Îranê û di encamê de gelek fermandar û zanyarên atomî yên Îranî hatibûn kuştin.

Di êrîşa ku bi navê "Vejîna Şêr" hatibû destpêkirin de, 300 cihên stratejîk ên Îranê hatibûn bombebarankirin. Wek bersiv, Îranê jî operasyona "Soza Rast 3" ragihandibû.

 
Fly Erbil Advertisment