Îranê çend mûşekên din avêtin Îsraîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêza Bergiriyê ya Îsraîlê li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, "Ji ber êrîşên Îranê, zenga haydarkirinê li Tel Evîvê û bakurê Îsraîlê hatiye lêdan."

Hêza navbirî herwesa daxwazê ji welatiyan dike ku biçin nav heşargehan û pabendî rênimayên fermandariya navendî ya Îsraîlê bin.

Li gorî zanyarên Kanala 12ê ya Îsraîlî, Îranê 10 mûşek avêtine Îsraîlê.

Bergiriya Şaristanî ya Îsraîlê jî ji aliyê xwe ve ragihandiye ku, di êrîşên mûşekî yên Îranê de ti qurbanî nebûne.

Herwesa tê zanîn ku Îranê îro çend êrîşên din jî kirine ser Îsraîlê.

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand.