Îranê careke din bi mûşek û dronan êrîş kir ser Îsraîlê
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Pasdarên Îranê berî demeke kêm operasyona dehê ya êrîşên mûşek û dronan ên Îranê li ser Îsraîlê dest pê kir.
Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan ragihand ku, çend mûşekên balîstîk û dron ber bi arasteya Îsraîlê ve hatine avêtin û çend armancên giring û hestyar ên rejîma Îsraîlê hatine hingaftin.
Artêşa Pasdaran jî ragihand, “Ev êrîşa vê êvarê (Sêşem, 17ê Hezîrana 2025ê) di çarçoveya Operasyonên Soza Rastgoyî Sêyê de ye, û mûşek û dronên xwe arasteyî çend cih û armancan kirine ku dikevin Tel Evîv, Heyfa û çend deverên din.”
Artêşa navbirî amaje jî da ku, ew êrîş tolhildana xwîna fermandarên artêşa Pasdaran û hêzên din ên Îranê ye, ku di pênc rojên borî de di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de hatine kuştin.
Li gel raskirina wan mûşek û dronan, li seranserê Îsraîlê zenga haydarkirinê hatiye lêdan û navenda artêşa Îsraîlê li bajaran ji xelkê xwestiye ku, bi lez û bez ber bi heşargehan ve biçin ji ber ku mûşek û dronên Îranê dikarin di her kêliyê de bigihîjin asmanê Îsraîlê.
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand.