Artêşa Îsraîlê: Me bi 50 balafirên şerî êrîşî Îranê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê îro (Çarşem, 18ê Hezîrana 2025ê) di beyannameyekê de ragihandiye, "Şevêdî hêzên me êrîşî cihê berhemanîna senterfiyûjê û çend cihên berhemanîna çekên Îranê kir.”

Artêşa Îsraîlê herwesa gotiye, "Zêdetirî 50 balafirên şerî yên Hêza Asmanî ya Navneteweyî bi rênimayên hûr ên hewalgiriyê di çend seetên borî de hejmareke êrîşan kir ser armancên leşkerî yên devera Tehranê."

Wê beyannameyê amaje jî daye, “Di çarçoveya bizavên dijwar ên ji bo nehêlana bernameya pêşxistina çekê atomî yê Îranê de, êrîşî cihê berhemanîna senterfiyûjê li Tehranê hat kirin. Armanca rejîma Îranê ew bû ku, war û rêjeya pîtandina uranyûmê bi merema pêşxistina çekê atomî berfireh bike.”

Beyannameya navbirî eşkere jî kiriye, "Rejîma Îranê mijûlî pîtandina uranyûmê ye, ku merem jê pêşxistina çekê atomî ye. Divê bê gotin ku, pêşxistina atomî ji bo bikaranîna sivîl pêdivîtî bi pîtandina heta wê astê nîne.”

Artêşa Îsraîlê di beyannameyê de ew yek jî eşkere kiriye ku, di dema pêla êrîşan de êrîşî çend cihên berhemanîna çekan li Tehranê hat kirin.

Artêşa Îsraîlê ron jî kiriye, "Di nav wan kargehên çekan ên ku êrîşî wan hatiye kirin de, cihekî berhemanîna madeyên xav û pêkhateyên pêdivî ji bo komkirina mûşekên sererd û platformên mûşekên Îranê hebû ku ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin."

Artêşa navbirî herwesa gotiye "Ev armanc di çarçoveya bizavên artêşa Îsraîlê ji bo têkbirina bernameya çekê atomî û pîşesaziya berhemanîna mûşekan a rejîma Îranê de hatin bombebarankirin."

 
 
Fly Erbil Advertisment