Şandeke Îranî ji bo danûstandinan gihîşt Omanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gel ku alozî û êrîşên di navbera Îran û Îsraîlê de didomin, hewldanên dîplomatîk jî li pişt perdeyê dest pê kirine. Li gorî ajansa “Reuters”, şandeke danûstandinkar a Îranê îro Çarşemê gihîştiye Omanê.
Ajansa Reutersê îro 18ê Hezîrana 2025an ragihand, firokeya şanda Îranî demek berê li Omanê daketiye. Ev geşt di demekê de pêk hatiye ku qada asmanî bi giştî ji ber pevçûnên di navbera Îran û Îsraîlê de ne ewle ye û qedexeya asmanî heye, ku ev yek girîngiya erkê şandê nîşan dide.
Hevdem, hat ragihandin ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witcoff jî li Omanê ye. Tê çaverêkirin ku îşev di navbera her du aliyan de bi navbeynkariya Omanê gera yekem a danûstandinan were lidarxistin.
Ev pêngava dîplomatîk piştî daxuyaniyên dawî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump tê, ku gefa beşdarbûna di êrîşên li ser Îranê de xwaribû. Trump gotibû: "Dibe ku em beşdarî lêdana Îranê bibin û dibe ku nebin jî. Ez radestbûneke bê şert û merc dixwazim û divê ew ji bo danûstandinan rûnên."
Herwiha amaje pê kiribû ku "Hefteya bê dê yekalîker be û dibe ku em hefteyê temam jî nekin," û gefa wê yekê xwaribû ku Amerîka nikare hebûna rejîmeke ku gefa wêrankirina navçeyên berfireh dixwe, qebûl bike.