Îranê bi pêleke din a mûşekan êrîşî Îsraîlê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya operasyona bi navê "Soza Rastgo 3" de, careke din bi pêleke mûşekên balîstîk êrîşî Îsraîlê kir. Artêşa Îsraîlê êrîş piştrast kir û li seranserê welêt zengoyên metirsiyê hatin lêxistin.
Artêşa Îsraîlê îro 18ê Hezîranê di daxuyaniyekê de piştrast kir, careke din pêleke nû ya mûşekên balîstîk ji Îranê ve ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin. Ji ber êrîşê, artêşê daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo parastina canê xwe, xwe bigihînin stargehan.
Di daxuyaniya xwe de, Artêşa Îsraîlê da zanîn ku "sîstema berevaniya asmanî di amadebaşiyeke tam de ye ji bo rûbirûbûna mûşekên Îranê."
Artêşa Îsraîlê roja 13ê Hezîranê bi firokeyên şer û dronan êrîş biribû ser Îranê û navendên etomî û kargehên çêkirina mûşekên balîstîk bombebaran kiribûn. Di wê êrîşê de, hejmarek fermandarên leşkerî û zanyarên etomî yên Îranê hatibûn kuştin.
Wek bersiv, Îranê êvara heman rojê bi sedan mûşekên balîstîk avêtibûn Tel Avîvê. Tevî ku sîstema berevaniya asmanî ya Îsraîlê piraniya mûşekan bêbandor kiribûn, hejmareke ji wan ketibûn xwarê û di encamê de gelek avahî û xanî hatibûn wêrankirin.