Îran bersiva Trump dide: Em di bin fişaran de danûstandinê qebûl nakin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Îranê li Neteweyên Yekgirtî ragihand, ew di bin ti fişaran de danûstandinan qebûl nakin. Li hemberî vê yekê Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gefên tund li Îranê xwarin û da zanîn ku "dema lihevkirinê derbas bûye."
Nûnerê Îranê li Encûmena Asayîşê ya Navneteweyî Emîr Seîd Îrvanî îro 18ê Hezîranê di daxuyaniyekê de got: "Ti berpirsekî me daxwaz nekiriye ku biçe Koşka Spî û derbarê bernameya etomî ya Tehranê de danûstandinan bike."
Îrvanî tekezî li ser helwesta welatê xwe kir û got: "Tehran di bin zextê de danûstandin û aştiyê qebûl nake. Em ê bersiva her gefekê bi gefekê bidin."
Gefên Serokê Amerîkayê
Ev daxuyaniya Îranê bersivek bû ji bo gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku heman rojê ji rojnamevanan re ragihandibû: "Min ji Îranê re got, dema lihevkirinê derbas bûye. Niha ti parastineke Îranê nemaye û tevahiya esmanê welatê wan ji aliyê hêzên me ve hatiye kontrolkirin."
Trump herwiha îhtimala tevlêbûna Amerîkayê di şer de anîbû ziman û gotibû, "Dibe ku em beşdarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê bibin. Dibe ku hefteya bê hefteyeke yekalîker be."