Trump: Ji bo lihevkirinê êdî dereng e, lê her tişt dikare rû bide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyeke nû de li ser şerê Îran û Îsraîlê ragihand, dema lihevkirinê derbas bûye, lê di heman demê de got "her tişt dikare rû bide."
Donald Trump îro 18ê Hezîranê li Koşka Spî ji rojnamevanan re axivî û got: "Piştî saetekê, dê civîneke me ya taybet li ser şerê Îsraîl û Îranê hebe. Helwesta me li hember şer zelal e û em niha çavdêriya rewşê dikin."
"Ji bo daxwazên Îranê êdî dereng e"
Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir, wan gelek caran hewl daye bi Îranê re li hev bikin lê ev hewldan hatine redkirin û got: "Me gelek pêşniyar ji bo çareserkirina pirsgirêkan û lihevkirinê danîn ber Îranê, lê wan qebûl nekir. Niha ji bo tiştê ku ew dixwazin êdî dereng e."
Herwiha got, "Ez dîsa dibêjim, cihê mixabiniyê ye ku Îranê di destpêkê de ew pêşniyarên ku min pêşkêş kirin, qebûl nekirin."
Tevlîbûna Amerîkayê û navenda Fordoyê
Derbarê tevlîbûna Amerîkayê di şerê li dijî Îranê de, Trump eşkere kir ku ew li ser vê mijarê difikirin û got: "Bi rastî em li ser vê yekê difikirin, gelo em ê beşdar bibin an na? Divê ez li ser vê yekê zêdetir bi tîma xwe re gotûbêj bikim."
Li ser navenda etomî ya Fordoyê jî, Trump got: "Ti planeke me ya niha ji bo jinavbirina navenda etomî ya Fordoyê nîne, ev tenê tiştên ku medya û xelk behs dikin in." Lê wî li xwe mikur hat û got: "Îsraîlê daxwaza alîkariyê ji me kiriye da ku em di jinavbirina navenda etomî ya Fordoyê de alîkariya wan bikin. Ez ê paşê biryara xwe bidim."
Deriyê vekirî ji bo danûstandinan
Tevî van gefan, Trump di beşeke din a axaftina xwe de got, "Ez dixwazim peymaneke pir baş di navbera Îsraîl û Îranê de çêbibe. Min di rabirdûyê de ev yek dixwest, lê Îraniyan nexwest. Eger ew bixwazin min bibînin, ez amade me, lê ez ji we venaşêrim, hinekî dereng e."
Trump careke din helwesta xwe ya li dijî çekên etomî yên Îranê dûbare kir û got: "Ev 20 sal in ez bi berdewamî vê dibêjim ku divê Îran nebe xwedî çeka etomî. Wan guh neda me. Diviyabû wan pir zû fêm bikira ku nabe çeka wan a etomî hebe."
Di dawiya axaftina xwe de, Trump hişyariyeke tund da û got: "Kî guh nede gotina Amerîkayê û xwedî çeka etomî be, wê demê divê berpirsiyariya biryara xwe û tiştê ku bi serê wî tê, hilgire."