Îran: Me bi mûşeka hîpersonîk a "Fettah" li Îsraîlê da

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, di êrîşa xwe ya herî dawî de ya li ser Îsraîlê, wan mûşeka hîpersonîk (ji leza dengê bileztir) a bi navê "Fettah" bi kar aniye. Pasdaran got jî, bi vê êrîşê re, wan "serweriyeke tam" li ser axa Îsraîlê ferz kiriye.

Di roja şeşemîn a şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de ku ji televîzyona fermî ya Îranê hat weşandin, ragihand, wan di êrîşa yanzdehemîn a bi navê "Soza Rast 3" de, mûşeka "Fettah-1" li dijî Îsraîlê bi kar aniye.

Supaya Pasdaran dibêje: "Bikaranîna mûşeka 'Fettah' peyamek bû ku hêz û karîna Îranê nîşanî hevpeymanên Îsraîlê da." Ev cara duyemîn e ku Artêşa Pasdaran bi awayekî fermî ragihandiye ku vê mûşekê li dijî Îsraîlê bi kar tîne.

Teknolojiya mûşekê û pêşxistina wê

Pisporên serbazî texmîn dikin, teknolojiya ku di mûşeka "Fettah" de hatiye bikaranîn, dibe ku Çînî be. Di Mijdara 2023an de, Supaya Pasdaran eşkere kiribû ku ew hewl didin mûşeka "Fettah-2" jî hilberînin. Ev yek di dema serdana Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, ji bo Pêşangeha Daîmî ya "Bernameya Mûşekî û Dronan" a SupayaPasdaran li nêzîkî Firokxaneya Mehrabadê ya li rojavayê Tehranê, hatibû ragihandin.

Supaya Pasdaran heta niha tu agahî derbarê taybetmendiyên mûşeka "Fettah-2" de eşkere nekiriye, lê rojnameya Îranî "Hemşehrî" di raporekê de behsa taybetmendiyên mûşeka "Fettah-1" kiribû û diyar kiribû ku ew dikare bigihêje menzîla 1400 kîlometreyan.

Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, ku nêzîkî beşa ragihandinê ya Supaya Pasdaran e, amaje bi wê yekê kir ku êrîşa mûşekî ya şeva borî îspat kiriye ku Supaya Pasdaran xwedî serweriyeke tam li ser asîman û axa Îsraîlê ye û îdia kir ku "gelê Îsraîlê niha li hemberî êrîşên mûşekî yên Îranê ti stargeheke wan nîne."

 
Fly Erbil Advertisment