Şandeya DEM Partiyê ji bo serdana Îmamogluyê girtî li Sîlîvriyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyeke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu yê ku girtî ye, çû Girtîgeha Sîlîvriyê.
Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û Alîkarê Hevserokê Giştî Mehmet Ruştu Tîryakî pêk tê, ji bo hevdîtina bi girtiyan re çû Girtîgeha Sîlîvriyê.
Li gorî agahiyan, şandeyê saet di 10:30an de derbasî girtîgehê bûye.
Hat ragihandin, şande dê ligel Ekrem Îmamoglu, bi Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, Hevşaredarê berê yê Wanê Bekîr Kaya, Parlamenterê Hatayê û girtiyê Doza Geziyê Can Atalay, Halîl Aksoy û Ahmet Saymadî re jî hevdîtinê bike.
Berpirsên partiyê çend hefte berê di daxuyaniyekê de eşkere kiribûn ku ew ê ji bo serdanê serî li wezaretê bidin û diyar kiribûn ku piştî cejnê dixwazin serdana Îmamoglu li girtîgehê bikin.