Îsraîl: 271 welatiyên me di êrîşên Îranê yên îro de birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Îsraîlê amajeyê dide ku, ji encama êrîşên Îranê yên li ser bajarên wan di çend seetên borî de, zêdetirî 270 welatiyên Îsraîlî birîndar bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Îsraîlê îro (Pêncşem, 19ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “271 welatiyên Îsraîlî di çend seetên borî de ji encama êrîşên Îranê yên li ser bajarên wan birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.”

Wezareta navbirî herwesa got, “Birînrên çar ji wan birîndaran giran in, 16 kesên din di rewşeke navincî de ne û birînên yên din jî sivik in.”

Îranê îro (Pêncşem, 19ê Hezîrana 2025ê) dest bi pêleke din a êrîşên mûşekî li ser Îsraîlê kir. Artêşa Îsraîlê jî ew êrîş piştrast kir û li Tel Evîv, Heyfa û çend deverên din ên Îsraîlê jî zenga haydarkirinê hat lêdan.

Çavkaniyan amaje jî daye wê yekê jî ku, ew pêla êrîşa Îranê li ser Îsraîlê ji 10 heta 15 mûşekan pêk dihat.

Artêşa Îsraîlê ji welatiyên Îsraîlê xwestiye ku, biçin di heşargehên xwe ve heta wê demê ku êrîşa mûşekî ya Îranê bidawî bibe.

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.