Îsraîlê êrîşî navendeke lêkolînên leşkerî li Tehranê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê îro (În, 20ê Hezîrana 2025ê) di roja heştê ya şerê navbera Îsraîl û Îranê de ragihand ku, wan di dema şevekê de bi dehan armanc li Tehranê bombebaran kirine, xasma jî ew armanca ku wekî "navendeke lêkolîn û pêşxistinê ji bo çekê atomî yê Îranê" wesfiand.

Artêşa Îsraîlê di beyannameyekê de amaje da ku, hejmareke êrîşan kiriye nav cergê Tehranê û bi dehan armanc bombebaran kirine, di nav wan de jî cihên berhemanîna mûşekên leşkerî û bingeha dahênan û lêkolînên bergiriyê, ku berpirsiyarên lêkolîn û pêşxistina bernameya çekê atomî ya Îranê ne."

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.

 
Fly Erbil Advertisment