Medyaya Îranê: Pêleke din a mûşekan ber bi Îsraîlê ve hat avêtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Îranê ragihand ku, pêleke din a mûşekan ber bi Îsraîlê ve hatiye avêtin. Zengila haydarkirinê li Tel Evîvê hat lêdan û artêşa Îsraîlê jî dibêje, “Em çavdêriya mûşekên Îranê dikin û rêyê li wan digirin.”
Medyaya Îsraîlê eşkere dike, “Dengê teqînên bihêz li Tel Evîv û Orşelîmê tê bihîstin.” Herwesa got, “Nêzîkî 30 mûşekan ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.”
Medyaya Îsraîlê ragihand, “Sê mûşek li Goş Dan, Orşelîm û Heyfayê ketine.” Kanala 12ê ya Îsraîlî jî ragihand, “Ew mûşeka ku li Heyfayê ketiye gelek zirarên madî gihandine deverê û birîndar hene.”
Radyoya Îsraîlê jî got ku, mûşekên Îranê li çend deverên cuda cuda yên Îsraîlê ketine, bê ku amajeyê bide zirarên wê êrîşa mûşekî.
Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî bi êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Îsraîlê re peyameke kurt li ser tora civakî ya Xê weşand û tê de nivîsî, “Dijminê Zayonî dê xelata xwe webigire û tol dê jê bihên vekirin.”