Li Humsê goreke bikomî hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li beyabana rojhilatê Humsê, goreke bikomî ya ku tê de termên çar sivîlan hebûn, hat dîtin. Li gorî berpirsan, ev kes di sala 2012'an de ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve piştî îşkenceyê hatine kuştin, ku ev yek sûcekî din ê wê serdemê radixe pêş çavan.

Rêveberiya Asayîşa Navxweyî ya li Humsê ragihand, li gundê Um Dalî yê li beyabana rojhilatê parêzgehê, goreke bikomî ya ku dîroka wê vedigere serdema tundûtûjiya rejîma berê, hatiye dîtin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ewlekariyê, piştî agahdarkirina wan, tîmên wan serdana cihê bûyerê kirine û termên çar kesan dîtine.

Rêveberê Ewlekariyê Ehmed el-Hesen derbarê bûyerê de ji K24ê re got: “Em hatin agahdarkirin ku li gundê Um Dalî term hene. Me demildest serdana cihê bûyerê kir û tîmên Parastina Sivîl û Rêveberiya Tenduristiyê agahdar kirin da ku alîkariyê bikin. Piştre eşkere bû ku ev term ji serdema rejîma berê ne, dema ku herêm di bin kontrola mîlîsên Hizbullahê de bû. Li gor gotina xelkê navçeyê jî, wê demê proseya revandin û xwestina fidyeyê gelek belav bû û her kesê fidye nedaba, dihat kuştin. Berê jî gorên din hatibûn dîtin, lê ev yek goreke bikomî ye.”

Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Tenduristiyê jî piştrast kir ku li ser terman şopên îşkenceyê hatine dîtin, ku nîşan dide ew kes beriya kuştinê rastî îşkenceyeke giran hatine.

Endamê Rêveberiya Tenduristiyê Mihemed Elî got: “Em wek tîmên pizîşkî yên ser bi Rêveberiya Tenduristiyê ya Himsê, ji aliyê Asayîşa Navxweyî ve li ser vê gora bikomî hatin agahdarkirin. Dema em gihîştin vir, me dît ku termên çar kesan di vê çalê de ne. Tîmên taybet li termên din jî digerin. Ji cil û bergên wan diyar e ku ew kesên sivîl in û em hîn di qonaxa lêkolînê de ne.”

Ji dema hilweşîna rejîma berê ve, li Sûriyeyê zêdetirî 200 gorên bikomî hatine dîtin û heta niha çarenivîsa zêdetirî 100 hezar kesî jî wek winda tê tomarkirin.